Roja Şemiyê, 18 Nîsan
Eger kesek guneh bike jî, alîkarekî meyî adil heye (1. Yûhena 2:1).
Qerara herî muhîm, a ku kesek dikare bide, ev e ku ji Yehowa re xizmet bike û bikeve malbata xizmetkarên wî. Ew dixwaze ku mirov bibin dostên wî û heta hetayê bijîn (5. Mûsa 30:19, 20; Galatî 6:7, 8). Lê belê, Yehowa zorê li tu kesî nake ku ji wî re xizmet bike. Her kes dikare li gor dilê xwe qerarê bide ku çi bike. Eger xwişk yan birayekî vaftîzbûyî qanûna Xwedê xera bike û gunehekî giran bike, lazim e ku çi bê kirin? Eger ew tobe neke, gerek ew ji civatê bê derxistin (1. Korîntî 5:13). Dîsa jî, Yehowa ji dil hêvî dike ku kesê gunehkar vegere ba wî. Bi eslê xwe, yek ji sebebên muhîm ku wî fîdye tedarek kiriye ev e ku rêya efûkirinê ji bo gunehkarên tobedar veke. Xwedayê meyî dilovan ji gunehkaran rica dike ku bila ew tobe bikin (Zekerya 1:3; Romayî 2:4; Aqûb 4:8). w24.08 14 par. 1-2
Roja Yekşemê, 19 Nîsan
Eger dilê te bihîkmet be, ezê dilxweş bim (Methelokên Silêman 23:15, NWT).
Gava Yûhenayê şandî nameya xwe ya sisêyan nivîsand, hin kesan êdî dest pê kiribû ku hîndariyên sexte belav bikin û yekîtiya civatê xera bikin. Ji aliyê din ve, hin kes hê ‘di rastiyê de rêve diçûn’. Wan guh dida Yehowa û ‘li gor emrên wî rêve diçûn’ (2. Yûhena 4, 6). Wan kesên dilsoz ne tenê dilê Yûhena, lê dilê Yehowa jî xweş dikir (Methelokên Silêman 27:11). Dersa ji bo me çi ye? Dilsoziya ji Xwedê re dilxweşiyê tîne (1. Yûhena 5:3). Mesela, em dilxweş in ji ber ku em dilê Yehowa şa dikin. Gava em xwe ji dafikên dinyayê dûr digirin û li ser rêya rastiyê dimeşin, ew şa dibe. Melekên li ezmanan jî şa dibin (Lûqa 15:10). Wekî din, gava em dibînin ku xwişk û birayên me ji Xwedê re dilsoz dimînin, em jî dilxweş dibin (2. Selanîkî 1:4). Piştî helakbûna dinyaya Îblîs, emê gelekî dilxweş bibin ji ber ku em ji Yehowa re dilsoz mane. w24.11 12 par. 17-18
Roja Duşemê, 20 Nîsan
Ne bi tenê li xêra xwe, li bi dewamî li xêra kesên din jî bigerin (1. Korîntî 10:24).
Berî ku tu ji kesekî re teklîf bikî ku hûn hevdû nas bikin, gerek tu çi qas wext lê binêrî? Eger tu zû teklîf bikî, ewê belkî bifikire ku tu rind nafikirî berî ku tu qeraran didî (Methelokên Silêman 29:20). Ji aliyê din ve, eger tu meseleyê dirêj bikî – bi xisûsî eger ew êdî pê hesiyaye ku çavê te lê ye – ewê belkî bifikire ku tu nizanî ku tu çi dixwazî (Waiz 11:4). Ji bîr neke ku eger tu ji kesekî re teklîf bikî ku hûn hevdû nas bikin jî, ev yek nayê maneya ku tu mecbûr î ku pê re bizewicî. Dîsa jî, gerek tu emîn bî ku tu ji bo zewacê hazir î û ku ew kes dikare ji bo te bibe hevalekî baş. Eger tu pê bihesî ku kesek dixwaze te nas bike, gerek tu çi bikî? Eger niyeta te tune ye ku pê re bizewicî, vêya bi hal û hereketên xwe nîşan bide. Bila ew nefikire ku belkî şansa wî heye (Efesî 4:25). w24.05 22-23 par. 9-10